Li Mêrdînê li dijî tiryakê banga rêxistinbûnê

  • 09:02 13 Hezîran 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevberdevka Platforma Têkoşîna bi Tiryakê re ya Şiyar Be ya Mêrdînê parêzer Dîlan Koç da zanîn ku tiryak veguheriye pirsgirêkek civakî û zêdebûna bikaranîna tiryakê ji polîtîkayê şerê taybet serbixwe nayê destgirtin.
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwan û jinan tên meşandin roj bi roj  encamên wê tên dîtin û bikaranîna tiryakê ne tenê ciwanan zarokan jî hehedef digire. Li gorî daneyên saziyên civaka sivî di 2025’an de temenê bikaranîna tiryakê daketiye bin temenê 12 salî.
Hevberdevka Platforma Têkoşîna bi Tiryakê re ya Şiyar Be ya Mêrdînê parêzer Dîlan Koç der barê bikaranîna tiryakê de axivî.
 
‘Em hatin gel hev û me dest bi xebatan kir’
 
Dîlan Koç da zanîn ku Platforma Şiyar Be bi hatina gel hev a rêxistinên girseya demokrtîk re platform hatiye avakirin û got: “Armanca avakirina platformê ev bû em li dijî fuhuş û tiryakê tiştekî bikin. Ji ber van sedeman me dest bi xebatan kir. Dema nû platform ava bû me wek rêxistinên girseya demokratîk banga tevlibûna xebatê li rêxistinan kir. Me xwest ku her kes ji bo ciwanan destê xwe bike bin kevir. Piştî me xebatên xwe temam kir ji bo deklerasyona platformê me daxuyaniyek û meşek pêk anîn. Me armaca xwe ji hemû saziyan re vegot. Me hewcedariya bi vê xebatê vegot.”
 
‘Temenê bikaranînê daketiye 8-9’an’
 
Dîlan Koç da zanîn ku dema xebatên xwe dimeşînin hinekî din li ser herêmê disekinin û got: “Herî zêde li ku derê tiryak tê bikaranîn em balê dikşînin wir û em hewl didin ku bi gel re bikevin tevgerê û li dijî tiryakê têbikoşin. Ji ber vê me li navçeyan daxuyanî û meş pêk anîn. Me çalakî pêk anîn. Li Mêrdînê bikaranîna tiryakê zêde ye. Temenê bikaranîna tiryakê daketiye 8-9’an. Li Nisêbînê di navbera vî temenî de em fêr bûn du keç tiryakê bikar tînin. Ev zarok ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê hatine razandin.”
 
‘Sedem polîtîkayên şerê taybet e’
 
Dîlan Koç daxuyakirin ku li Mêrdînê û Kurdistanê bikaranîna tiryakê pir zêde ye û ev ne tesaduf e û got: “Berê jî li bajar fuhuş û tiryak hebû lê di salên dawî de ev pir zêde bûye. Di encama polîtîkayên şerê taybet de zêde bûye. Sedem ev e ku ciwanan ji siyasetê dûr bigirin. Me wek platform prensîbên xwe danîne holê. Em ê xwe rêxistin bikin. Em wek gel divê xwe rêxistin bikin. Em ê di vê mijarê de li taxan û kolanan xebatan dimeşînin. Tiryak li dora dibistanan tê firotin. Di vî alî de dewlet têkoşînekê nameşîne. Em bang li dewletê dikin lê em hêviya xwe jî bi wan girê nadin. Em li dijî vê têkoşîna xwe dimeşînin. Li cihê ku rêxistina gel hebe tiryak jî wê nekeve wê qadê.”