Li Bensheimê ji bo çanda Kurdî eleqeyek baş hat nîşandan
- 12:07 12 Hezîran 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Burgerfestê (Mihrîcana Bajêr) de ku li bajarê Bensheim ê girêdayî eyaleta Hessen ê Elmanyayê her sal tê lidarxistin û yek ji girîngtirîn çalakiya civakî ya bajarî ye konê Kurdan eleqeyeke mezin dît.
Mihrîcanê di 11’ê Hezîrana 2026’an de li gel vekirineke biheybet dest pê kir. Mihrîcana ku gel û çandên cuda anîn ba hev, îsal jî bi rengîniya xwe derdive pêş.
Vekirina mihrîcanê li gel tevlîbûna rayedarên şaredariyê û nûnerên dêrê pêk hat. Korteja vekirinê ya li gel sirûdên ku ji aliyê bandoya bajêr a çandî ve hatin xwendin, eleqeyeke mezin dît û di çarçoveya mihrîcanê de ji nava sedan ciwanan de jineneke ciwan ya 20 salî hate hilbijartin û jêre taca bedewa bajêr û keybanûya mihrîcanê hate dayîn.
Di vê mihrîcana ku wê heya roja Yekşemê berdewam bike de elek komeleyên çandê, klûbên werzîşê û rêxistinên civakî standên xwe vekirin û çand û karên xwe didin nasîn. Di mihrîcanê de yek ji standa ku gelekî eleqe dît, konê çanda Kurdî ye ku ji aliyê Komeleya Çanda Kurdî ya Bergstrasseyê ve hatiye vekirin.
Jinên Kurd ên bi hezaran kîlometreyan dûrî Kurdistanê dijîn û hewl didin çanda xwe bidomînin, li gel xwarinên xwe yên çandî yên Kurdî xwarin û mêvanperweriya Kurdan didin nasîn. Bi sedan kesî seredana konî kir, derfeta tamkirina lezetên Kurdan bi dest xistin û derbarê çanda Kurdan de hatin agahdarkirin.
Seroka Komeleya Çanda Kurdî ya Bergstrasseyê Selamet axaftinek kir û bal kişand ser biryardariya xwe ya têkildarî parastina nirxên çandî yên gelê Kurd.
Selamet di axaftina xwew de ev yek anîn ziman:
‘’Îro li Bergstrasseyê Mihrîcana Çandên Biyanî dest pê kiriye. Weke jinên Kurd em li gel xwarin, çand û nirxên xwe li vir cih digirin. Weke gelê Kurd her çend em dûrî welatê xwe jî bin em ê tu caran dev ji çand û zimanê xwe bernedin. Em ê van nixan ragihînin zarokên xwe û nifşên pêşerojê.’’
Yek ji dilxwaza komeleyê Sozdar Cîngoz di mihrîcanê de axivî û bi taybetî bal kişand ser rola dayîkan a têkildarî parastina çand û zimanî.
Sozdar Cîngoz di axaftina xwew de ev yek anîn ziman:
‘’Weke jin û dayîkên Kurd erka me ya sereke hînkirina ziman û çanda me ye. Ger em bixwazin çanda me li ser piyan bimîne wê demê divê em hemû malan weke navendeke çandî, komeleyeke çandî binirxînin. Naskina nasname û zimanê xwe ya nifşên pêşerojê berpirsiyariya me ye.’’
Nûnerê şaredariyê Herr Rot jî ku di organîzasyona mihrîcanê de erkdar bû, seredana konê çanda Kurdî kir û hate li ba beşdaran. Herr Rot diyar kir ku standa Kurdan yek ji beşa herî balkêş a mihrîcanê ye û got ku curbicurî yek ji girîngtirîn dewlemendiya Bensheimê ye.
Herr Rot di axaftina xwe de ev yek anîn ziman:
‘’Li Bensheimê ev zêdeyî 50 salan e em Burgerfestê pîroz dikin. Vê çalakiyê hemû caran komele û civakên cuda anîne li ba hev. Îro jî gelek kom û sazî beşdar bûne ku e yek jî cihê kêfxweşiyê ye.
Li vir yek ji standa herî taybet standa Kurdan e. Bi taybetî jî li gel xwarinên ku pêşkêş dike gelekî bala beşdaran dikşîne.
Tişta ku Burgerfestê taybet dike curbucurî ye. Li gel muzîkên cuda, xwarinên cuda û însanên cuda tên ba hev û hevûdu nas dikin. Em curbicuriyê bi hev re dijîn û bi hev re parve dikin.
Em bi kelecaneke mezin li benda Mihrîcana Navçandî ne ku wê roja Şemiyê were lidarxistin. Ez ji hemû beşdaran re daxwaza derbasbûna mihrîcaneke xweşû bikêf dikim.’’
Burgerfest a ku her sal bi hezaran kes seredana wê dikin, weke yek ji girîngtirîn çalakiya ku diyalog û hevgirtina di navbera gelên cuda de xurt dike, tê dîtin. Di tevahiya mihrîcanê de konserên tên lidarxistin, pêşandana govendên gelêrî, pêşkêşiyên çandî û standên xwarinên herêmî berê beşdarvanan dide rêwîtiyeke di navbera çandan de.
Konê Komeleya Çanda Kurdî ya Bergstrasseyê jî îsal bû yek ji qada ku di mihrîcanê de rastî eleqeyeke mezin dît, xwarinên herêmî yên ji aliyê jinên Kurd ve hatine amadekirin û danasînên çandî ji aliyê beşdarvanan ve gelekî hatin ecibandin.
Çalakiyên mihrîcanê heya saetên dereng ên şevê berdewam kirin û organîzasyon wê heya roja Yekşemê li gel bernameyên çandên cuda û hunerî berdewam bike.








