Di dosyaya Rojîn Kabaîş de geşedaneke nû
- 09:07 13 Hezîran 2026
- Hiqûq
Oznûr Deger
WAN - Parêzera dosya Rojîn Kabaîş, Medîne Turantaylak geşedanên dawî yên dosyayê lêkolîn kir û da zanîn ku bi armanca xebata tengkirina bazê ekîba ji aliyê wezaretê ve hatiye avakirin hatiye Wanê û bi dozger re hevdîtin kiriye, rapora ekîbê tê payîn û dîmenên kamerayan jî hatine başkirin û xistine dosyayê.
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş di 27’ê Îlona 2024’an de li kampusê winda bû û cenazeya wê di 15’ê Cotmeha 2024’an de hat dîtin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome. Yek ji parêzerên dosyaya Rojîn Kabaîş Medîne Turantaylak der barê mijarê de axivî.
Medîne Turantaylak da zanîn ku di 12’yê Hezîranê de bi dozgerê dosyayê re hevdîtin kirine û di vê astê de DNA’yê 410 kesî hatine girtin û wiha got: “Di DNA’yê hatine girtin de DNA'yek lê bê nehatiye dîtin. Telefona Rojînê berê şandibûn Ispanyayê. Li wir beşek telefonê hat vekirin. Daneyên me dixwestin me nikaribû xwe bigihînê ne. Me xwest telefonê bişînin Çînê. Dozgerî bi Çînê re di têkiliyê de ye. Lê hîna vegerek erênî tuneye. Ji bo başkirina qeydên kamerayê daxwazek me heye. Me xwest başkirin bê kirin û rapor bê amadekirin. Dozgeriyê ji sê saziyan ev xwest. TUBÎTAK ji ber nebûna teknîkî got nikare başiyekê bike. TRT’ê got başkirinek kirine dîmen şandin dozgeriyê. Li ser vê wê raporek nû hebe.”
Ekîba tengkirina bazê li Wanê
Medîne Turantaylak destnîşan kir ku ji bo îstasyona bazê ewil malbat û parêzeran bi wezeta dadê re hevdîtin kiriye û wezaratê gotiye wên tengkirina bazê bê kirin. Medîne Turantaylak wiha dirêjî dayê: “Ekîba di bin bana Wezareta DAdê de hat avakirin hat Wanê û bi dozgeriyê re hevdîtin kir. Yên di vê ekîbê de cih girtin yên di cînayetên Narîn Guan û Gulîstan Doku de xebitîne. Niha ji bo raporên xwe pêşkêş bikin li bendê bersivê ne.”
‘Dosya bi mehan veşartî hat hiştin’
Medîne Turantaylak bi lêv kir ku wek navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê ji roja ku Rojîn winda bûye bi dosyayê re eleqeder bûne û wiha pê de çû: “Dosya bi mehan ji me hat veşartin. Di dosyayê de çi delîl hebûn me nizanibû. Me daxwazên xwe anîn ziman. Li vî welatî qetilkirina jinan hêsane. Ev êdî qirkirina jinan e. Li Wanê hefteyekê de 5 jinan jiyana xwe ji dest da. Beşek ji van mirinên bi gumane. Ji ber gumanbar nayên cezakirin sûc jî zêde dibin. Li hember destkeftiyên jinan êrîşên sîstematîk hene.”








