Ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê hate kirin
- 12:54 14 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Zêdeyî 250 siyasetmedar, akademîsyen, nûnerên sendîka û civaka sivîl ên li qada navneteweyî nameyeke vekirî ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nivîsîn û ji bo Abdullah Ocalan daxwaza 'Mafê Hêviyê' kirin.
Siyasetmedar, akademîsyen, sendîka, hiqûqnas û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de bi sedan kesayetî nameyek ji serokê dema nû ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nameyeke vekirî weşandin.
Di nameyê de bang hate kirin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Abdullah Ocalan bi cih bê anîn û "mafê hêviyê" bê misogerkirin.
Li gorî daxuyaniyê ji 20 welatan zêdeyî 50 nûnerên hilbijartî yên li qadên cuda yên rêveberiyê wezîfeyê dikin, ji 20 sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl zêdeyî 250 kesîı nameyek ji serokê dema nû ya Komîteya Wezîran re nameyek nivîsîn.
Kesên ku mohra xwe danîn binê nameyê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku biryara sala 2014'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di doza Ocalan/Tirkiye (No.2) de hate dayin, bi cih bîne û "mafê hêviyê" misoger bike.
Di nameyê de hate gotin, "Eger rejîma înfazê ya Tirkiyeyê li gorî berpirsyariyên mafên mirovan bê sererastkirin wê ev yek bandorê ne tenê li rewşa Birêz Ocalan bike, her wiha ji bo bi hezaran girtiyên di heman çarçoveya hiqûqî de têne ragirtin ji aliyê demokratîkbûn û dewleta hiqûqê ve bibe gaveke girîng."
Nameyê bi vî rengî dewam kir: "Di çarçoveya pêvajoya aştiyê de ku li Tirkiyeyê dewam dike -ku di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan bi rola diyarker a muxatabiyê radibe- gavêtina gaveke bi vî rengî ji bo serketina pêvajoyê gelekî girîng e."
Ev banga dawî ji nameya havîna derbasbûyî ya 88 xelatgirên Nobelê ya ji bo Serokatiya Komîteya Wezîran heta bi hewldana bi sedan parêzerî ya ji bo serdana Rêber Apo, yek ji gelek serlêdanên salên dawî ye.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, ji bo aştî û demokratîkbûnê firsendeke bêhempa ya dîrokî hatiye afirandin.
Ji bo serketina vê firsendê jî hate gotin, divê Rêber Apo weke yek ji nûnerên bingehîn ên gelê Kurd karibe bi rengekî azad rola xwe bi cih bîne û mafên wî yên bingehîn bêne ewlekirin.







