Ji bo meşa 'Gavek Ji Bo Aştiyê' bang

  • 12:50 14 Gulan 2026
  • Rojane
 
AMED - Li gelek deverên Amedê welatî ji bo meşa "Gavek ji bo Aştiyê" ya ku dê di 16'ê Gulanê de bê lidarxistin, hatin vexwendin.
 
Rêxistinên bajêr û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyên xwe ji bo meşa "Gavek ji bo Aştiyê" didomînin ku dê di 16'ê Gulanê de bi awayekî hevwext li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bê lidarxistin.
 
Di çarçoveya van amadekariyan de, bi beşdariya parlamenter û hevşaredaran, ji welatiyên li hemû navçeyên Amedê hat xwestin ku beşdarî meşê bibin.
 
Meş dê di 16'ê Gulanê de saet di 19:00'an de li Amedê pêk bê. Meş dê ji jêra girtîgeha li Rezanê heya ber bi Ofîs AZC Plazayê bidome.u