'Niha dem dema yekîtiyê ye'

  • 09:06 11 Adar 2026
  • Rojane
Rojda Aydin - Rabia Onver
 
AMED - Endama Komeleya Jinan a Mîmozayê Şehrîban Şeker banga yekîtiya neteweyî dubare kir û teqez kir ku divê jinên ciwan di têkoşînê de roleke pêşeng bigirin û got, “Barê şer li ser bedena jinan e; niha dem dema yekîtiyê ye.”
 
Rihê yekîtî û hevgirtina neteweyî hîn jî hêzek diyarker e ji bo ku civak di serdemên xwe yên herî dijwar de derbas bibin. Jinên ciwan ku vî rihî temsîl dikin, bi rolên xwe yên çalak di gelek waran de, ji perwerde û zanistê bigire heya aborî û hunerê, di avakirina pêşerojê de xwedî cihekî girîng in. Kesên ku îro daxwaza yekîtiyê dikin teqez dikin ku zêdekirina beşdariya jinên ciwan di xurtkirina hevgirtina civakî de ji bo pêşkeftina domdar û pêşkeftina demokratîk pir girîng e. Bi vê yekê re Endama Lijneya Rêvebira Komeleya Jinan a Mîmozayê û endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Şehrîban Şeker, li ser rola ciwanan a di yekîtiya neteweyî de axivî.
 
‘Em yekîtiyê dixwazin’
 
Şehrîban Şeker destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî di rastiyê de beşek ji jiyana jinên Kurd e û got ku jinên Kurd, jinên ciwan û jinên li çaraliyê cîhanê, heya ku nebin yek, dê mirin, komkujî û aliyên herî êşdar ên şer, bi taybetî ji bo jinan ên ku yekem car wê tecrûbe dikin, bidomînin. Şehrîban Şeker wiha domand, “Şêweyê herî qirêj ê şer bi rêya bedena jinê tê meşandin. Ji ber vê yekê, di rastiyê de yekîtiya jinan bi giştî ji bo jinan û bi taybetî jî ji bo jinên Kurd ewqas girîng e. Ji ber vê yekê pir girîng e ku hemû jin di van çar waran de bi hev re xwe birêxistin bikin, werin cem hev û bi hev re tevbigerin. Li hemû deverên Kurdistan û Tirkiyeyê şer û pevçûn berdewam dike. Û tundîtûjiyek mezin dibe, heye. Tundîtûjî bi hemû awayên xwe ve heye. Banga me ya yekîtiyê li ser vê platformê ew e ku jin werin ba hev û ev şer raweste. Em êdî şer naxwazin.”
 
‘Di şeran de êrîşî bedena jinê tê kirin’
 
Şehrîban Şeker da zanîn ku ew naxwazin li ser bedena jinan şer bê kirin û wiha domand, “Armanca me ya sereke ev e. Ev hemû tiştê ku em dixwazin e, wekî ku di tevahiya pêvajoya ku niha tê meşandin de jî wisa ye. Divê şer bi dawî bibe û Kurd bi hev re bibin yek. Ji ber heta ku Kurd nebin yek, mixabin ev pêvajo dê ti encamê negire. Wek jin û kurd pêşîniya me yekîtî ye. Ev ne tenê bi pirsgirêka Kurd, an jî bi pirsgirêka jinên Kurd ve girêdayî ye; ji ber vê yekê em wek komele jî bi gelek kesan re hevdîtinan dikin û ji bo me girîng e. Me dest bi avêtina gavên ji bo vê yekê kiriye. Ji ber vê yekê, em bi komên jinan ên cuda re dicivin. Bi rastî, em raya giştî bi nûnerên jin ên ji partiyên siyasî yên cuda re tînin cem hev. Ji ber vê yekê yekîtî û bi hev re tevgerîna jinan pir girîng e. Dema ku behsa wê hat kirin, dema ku dest pê kir, kes nikare bê alî û bêdeng bimîne. Ji ber ku di wan şeran de, di serî de bedena jinê tê hedefgirtin. Dayikên me gelek caran dibêjin ‘Me zarokên xwe dan vê têkoşînê.’ Wek ew jî dibêjin, me ji bo vê armancê gelek canê xwe feda kirine.”
 
Banga ji bo jinên ciwan
 
Şehrîban Şeker destnîşan kir ku ew bawer dikin jinên ciwan divê ji niha ve di hemû eniyan de di pêşengiya têkoşînê de bin û wiha pê de çû, “Em li herêmê ciwanan dibînin. Em wan ji ku dibînin? Ji ber ku her gava em diçin cihekî, eleqeyek bêhempa heye. Girîngiya tevlêbûna ciwanan di nav înîsiyatîf û yekîtîyê de jî diyar dibe; nifşekî nû heye. Ji bo ku em bikaribin bigihîjin wan, divê em pêşî guh bidin wan. Pêwîst e em xwe bigihînin, bi wan re bixebitin da ku zimanekî ava bikin ku em bikaribin bi wan re têkiliyê daynin. Em tenê dikarin bi tevlêkirina wan a di têkoşînê de vê bikin. Beşdarbûna wan dibe ku hem têkoşînê bileztir bike û dibe ku wê bigihîne astek cuda. Beşdarbûna jinên ciwan a di siyasetê, di yekîtîyê de, di têkoşînê de û di her warî de bi rastî girîngiya temsîliyetê nîşan dide. Eger em aştiya civakî dixwazin, ango aştiyeke ku ne tenê ji bo komek an neteweyekê ye, ji bo hemû gelan e. Em di eslê xwe de jinên ciwan, hemû jinan, hemû partîyên sîyasî, hemû platforman vedixwînin yekîtîya neteweyî. Ji ber ku yekîtiya neteweyî tê wateya yekîtiya neteweyî ya Kurdan ku ev armanca me ya sereke ye. Hevgirtina wan, tevlêbûna jinên ciwan ên Kurd di têkoşînê de û jiyana wan a bilêvkirina ramanên xwe û her ku ew bêtir ramanên xwe bilêv bikin, em dikarin bêjin ku ev yek dê têkoşînê bilind bike. Ev banga min ji bo jinên ciwan e; tevlîbûna wan a di têkoşînê de, wê me xurtir bike.”