Sindoqa Çîrokan hat danîn, pirtûk ji bo zarokan tên komkirin

  • 12:37 10 Adar 2026
  • Çand û Huner
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku zarok bigihîjin pirtûkan projeya “Sindoqa Çîrokan” da destpêkirin. Pirtûkên çîrokan ên ku di çarçoveya projeyê de bên komkirin, dê bigihîjin zarokên li navçeyên navendî û taxên gundewar.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku zarok bigihîjin pirtûkan û xwesteka xwendinê di nava wan de xurt bibe projeyeke nû xist meriyetê. Projeya “Sindoqa Çîrokan” ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel ve tê birêvebirin, armanc dike ku pirtûkên çîrokan bigihîne destê zarokan.
 
Di çarçoveya projeyê de, bi diyarkirina pirtûkan ji bo xwendekar û zarokan, tê armanckirin ku ew nirxên çandî binasin, fêrî xwendina pirtûkan bibin û di warê civakî de pêş bikevin. Di vê çarçoveyê de, li deverên diyarkirî yên bajêr sindoq hatin bicihkirin û tê hêvîkirin ku welatî piştgiriyê bidin vê projeyê.
 
Li sê cihên bajêr sindoq hatin bicihkirin
 
Di çarçoveya projeyê de; li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û li Navenda Jiyana Hevbeş a Sumerparkê “Sindoqa Çîrokan” hat bicihkirin. Pirtûkên ku li van deran bên hiştin, dê bên komkirin û bigihîjin destê zarokên hewcedar.
 
Tê plankirin ku pirtûkên komkirî, ne tenê li navçeyên navendî, her wiha li taxên gundewar jî bigihîjin destê zarokan. Bi vî awayî armanc ew e ku bêtir zarok bigihîjin pirtûkan û çanda xwendinê berfireh bibe.
 
Pirtûk dê bigihîjin destê zarokan
 
Pêvajoya komkirin û belavkirina pirtûkên çîrokan dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel ve bê meşandin. Bi piştgiriya welatiyan, pirtûkên çîrokan ên ku bên komkirin dê bigihîjin zarokên hewcedar û bi vî awayî dê bêtir zarok bi xêra pirtûkan bigihîjin xeyalên nû.