Tundî û binpêkirina mafan a li ser jinên Beluc bûn rapor
- 17:24 8 Adar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Gorî rapora Tora Belgekirina Mafê Mirovan a Belucîstanê, jinên Beluc seranserê sala 2025’an bi tehdîdên cidî yên wekê tundî, êrîşên çekdarî û xizmetên qels yên tenduristiyê re hatine rû hev.
Tora Belgekirina Mafê Mirovan a Belcucîstanê di rapora ku weşand de diyar kir ku jinên Beluc seranserê 2025’an bi tundî û tehîdan re hatine rû hev. Li gorî raporê di encama tundiya nava malbatê de 15 jin hatine qetilkirin. Her wiha mirinek bi guman, dîtina du cenazeyan û êrîşeke zayendî ket bin qeydan.
Her wiha di bûyerên tundiyê de sê jin ji bi gulebaran leşkeran hatin qetilkirin, 13 jin jî birîndar bûn. 6 jinên Beluc ji ber binpêkirina tibî jiyana xwe ji dest dan. Ji van 4 heb jinên ducanî bûn.









