'Jin jiyan azadî îfadeya rêya sêyemîn a demokratîk e'
- 09:07 11 Adar 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Femînîst, akademîsyen Shahrzad Mojab da zanîn ku li Rojhilata Navîn polîkayên şer û rejîmên otorîter bi taybet jinan bi hilweşînên mezin re tînin rû hev û got şerê li Îranê nikare jinan di navbera emperyalîzm û fundamentalîzmê de bifetisîne.
Femînîst akademîsyen Shahrzad Mojab êrîşên DYA û Israîlê yên li hember Îranê nirxand û da zanîn ku wê jin di navbera her du hêzan de nebin alî û got: “Tevgera Jin jiyan azadî xeteke azadiyê ya rêya sêyemîn temsîl dike.”
‘Li Îran û herêmê krîzek giran heye’
Shahrzad Mojab êrîşên li ser Îranê û her wiha bandora wê ya li ser siyasî û muxalefeta civakî nirxand û got: “Îran û hemû herêm niha di krîzek giran de ye. Ev krîz ne tenê polîtîke. Ya çandî û aborî ye. Li ser vê jî niha şerekî giran heye. Armanc ev e ku jiyan bi tevahî bê tunekirin. Li Îranê komkujî tên jiyîn. Li Xezayê qirkirin didome. Li herêmê li ser Kurdan zext hene, gel ji warê wan dikin. Gelan dikin qurbanê hêzên emperyalîst. Ev rewş ne tenê herêmê hemû cîhanê eleqeder dike. Hegemonya DYA’yê ya li herêmê mijara gotinê ye.”
‘Gelê Îranê zehmetiyan dikşînin’
Shahrzad Mojab bi lêv kir ku kengê mudaxaleyeke derve hebe rejîmên otorîter xwe wek ‘hêza parastina netewê’ nîşan didin û wiha bi lêv kir: “Hêza netewperestî tê xurtkirin û ev jî j bo gel hîn xerabit dibe. Ji ber vê mirov ditirsin dakevin kolanan şer protesto bikin. Hikûmetê hawira tirs û zextê zêde kiriye. Gelên Îranê hem bi zextên dewletê hem bi êrîşên DYA-Israîlê xwînê winda dike.”
‘Mirov nikarin xwe rêxistin bikin, protesto bikin’
Shahrzad Mojab axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mirov niha ji ber hawira şer nikarin xwe rêxistin bikin, protesto bikin, kom bibin. Lê li Îranê hêzên siyasî yên muxalîf ji hev parçe bûne. Ji ber vê jî zemîn rêxistinbû hevpar ava nabe. Zanîngeh, dibistan û gelek kargerî girtîne. Di bin zextê de xwerêxistikirin zehmet e. Ligel vê hinek partiyên siyasî yên Kurd li herêmên Kurdan banga rêxistibûnê kirin. Gotin bên gel hev û alîkariya xizmetê û lênêrîna hev bikin. Lê ev jî çareseriyeke ji bo hewcedariyên lezgîn ên hawira şer in.”
‘Guherîna rejîmê bi mudaxaleya derve ne pêkan e’
Shahrzad Mojab destnîşan kir ku guherîna rejîmê bi mudaxaleya derve ne pêkan e û got: “Seranserê dîrokê ev wisa nebû. Hêzên derve nikarin rejîmê biguherin, herî zêde teşeyê dewletê yan jî kadroyan dikare biguhere. Lê di alî daxwaza gel de guherînek nabe. Gelê Îranê dixwaze ji dewleta yekperest rizgar bibe. Ew rêveberiyek laîk, demokratîk dixwazin.”
'Êrîşên DYA-Israîlê zirarek mezin dide mirovan'
Shahrzad Mojab wiha berdewam kir: “Şer, dorpêça aborî û pêkanîn zirarek mezin dide mirovan. Pêkanînên DYA’yê yên li ser Îranê ji bo êşa mezin a aborî bi civakê bide jiyîn hat plankirin. Lê ya balkêş ev bû ku vê rewşê rejîm qels nekir, hîn bêtir mekanîzmayên wan ên aborî xurt kir. Bedela wê gel da. Şer xizanî, tirs û travmayê zêde dike. Ji ber vê jî şer herî zêdeji bo jinan giran e. Şer têkiliyên patriyarkal xurt dike. Niha rêxistinkirina berxwedanê pri zehmet e. Mînak li Îranê di Çileya 2016’an de bi mîlyonan kes li dijî rejîmê li kolanan bûn. Lê piştî şer dest pê kir mirovan xwe kişandin. Niha li dijî şer protestoyan dikin. Dema welat bikeve bin bombebaranan refleksa parastina netewî dikeve dewrê.”
Bandora ‘Jin jiyan azadî’
Shahrzad Mojab di berdewamiyê de bal kişand ser dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ û wiha pê de çû: “Jin jiyan azadî daxwaza dewleteke laîk, demokratîk û komarê temsîl dike. Jin jiyan azadî êdî ne dirûşmeyeke, veguheriye tevgerekê. Bûye parçeyekî girîng ê çanda berxwedana li Îranê. Li Îranê qada polîtîk pir dînamîke. Tenê ‘rêya sêyemîn’ tune ye; gelek rêyên cuda hene. Ji van yek rêya azadî, laîk û demokrasiyê ya tevgera ‘Jin jiyan azadî’ temsîl dike ye. Li aliyê din jî hêzek monarşîst a girêdayê DYA-Israîlê heye û ev bi xeter e. Li Rojhilata Navîn polîkayên şer û rejîmên otorîter bi taybet jinan bi hilweşînên mezin re tînin rû hev. Şerê li Îranê nikare jinan di navbera emperyalîzm û fundamentalîzmê de bifetisîne. Tercîha me jinan diyar e. Ev ne şerê me ye. Em jin wekhevî, azadî û demokrasiyê dixwazin.”







