Ji 128 çavkaniyên avê yên Gola Wanê tenê 38 heb diherikin
- 09:03 13 Kanûn 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
WAN - Hevberdevka Eko-Der ya Wanê Dîlek Akdag da zanîn ku ji 128 çavkaniyên avê yên Gola Wanê xwedî dikin niha tenê 38 heb diherikin û got di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê aştiya ekolojîk pêk bê û got: “Divê em ekolojiya civakî ji mirovan re vebêjin. Ji bo vê divê li gund, taxan komunên ekolojiyê û atolyeyên ekolojîk pêk bên. Hedefa me pêkanîna van e.”
Di encama polîtîkayên şer ên dewletê de bi salan e li Kurditsanê talana xwezayê pêk tê û di heman demê de li Kurdistanê wek polîtîka asîmîlasyonê mirovan ji axa wan dur dixin û bê nasname dihêlin. Talana li Kurdistanê didome. Li Wanê li pey hev 20 bendav û HES, 18 jê projeyên GES’ê û 2 jî RES ketin jiyanê. Hevberdevka Eko-Der a Wanê Dîlek Akdag der barê mijarê de axivî.
‘Jehrîbûna Firatê tê wateya jehrîbûna Mezopotamyayê’
Dîlek Akdag da zanîn ku Kurdistan bi qirkirina ekolojîk re rû bi rû ye û wiha got: “Xweza Kurdistanê bi salane tê bombebarankirin. Her der ji bo rantê tê talankirin. Berê çiyayên me dihatin bombebarankirin. Niha darên wê tên birîn. Santrala termîkê ya sînorê Idîr û Ermenîstanê zirarek mezin dide herêmê. Ji ber madena zêr yek ji baskê herî mezin yê Fratê, Çemê Murat bi siyanurê re rû bi rû ye. Jehrîbûna Firatê wê wateya jehrîbûna Mezopotamyayê. Kanên madenê xwezayê talan dikin. Li Payîzava ji ber madenê gundek hat valakirin. Li çiyayê Colemêrgê di bin navê madena zêr de her der hat hilweşandin. Niha li Gabar û Cudî çiya neman. Li Bedlîs û Sêrtê heman hilweşîn mijar agotinê ye. Li Botanê ji ber faliyetên madenê hilweşîn didome. Li Wanê ji ber HES, GES, RES û madenên din hilweşîn didome.”
‘Piştî 30 salan şûnde em ê masiyê Încî Kefalî nebînin’
Dîlek Akdag di berdewamiyê de bi lêv kir ku qanûnên heyî li pêş têkoşîna ekolojîk astengîne û wiha vegot: “Li Bahçesarayê projeya HES’ê dihat plankirin. Lê bi têkoşînê ev hat sekinandin. Ji bo HES’ê li Şax, Erdîş û Ebexê bên rawestandin me serlêdan kirin lê hîna biryarek derneketiye. Li Qersê ji ber HES’ên tên çêkirin êdî berf nabare. Li aliyê din qetilkirina Gola WAnê bidome wê masiyên încî kevalî 30 salên din şûnde tunebin. Li herêma Serhedê bûyerên pençeşêr3e zêde bûne. Li Agirî, Îdir û Wanê ev rêje pir zêde ne.”
‘Çavkaniyên avê kêm bûne’
Dîlek Akdag balkişand ser xetereya ziwabûna Gola Wanê û di vê mijarê de jî wiha got: “Ji 128 çavkaniyên avê yên Gola Wanê xwedî dikin niha tenê 38 heb diherikin. Ev jî ji sedî 50 an jî 30 kapasîte diherike golê. Sondajên dora golê yên fermî û ne fermî bandor li golê dikin. Em wek komele raporek texrîbatê ya ji bo herêmê amade dikin. Emê vê bi rayagitşî re parve bikin. Divê em ekolojiya civakî ji mirovan re vebêjin. Ji bo vê divê li gund, taxan komunên ekolojiyê û atolyeyên ekolojîk pêk bên. Hedefa me pêkanîna van e.”







