Jin li Stockholmê li dijî tundiyê daketin qadan

  • 20:22 26 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji gelên cuda ên ku di 25’ê Mijdarê de li Stockholmê li hev civiyan, li dijî milîtarîzma zêde dibe û newekhevî û tundiya sîstematîk a li ser jinên koçber, peyama têkoşîna hevpar dan.
 
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de qada Sergels Torg a navenda Stockholmê, li ser banga Meclîsa Jinan a Amarayê bû cihê hevdîtina bi sedan jinan. Jinên Swêdî, Amarîkaya Latîn, Kurd, Filistînî, Îranî, Efrîqî û gelek jinên ji civakên cuda li hev civiyan û hem şînê girtin û hem jî peyama têkoşîna birêxistinkirî dan.
 
Tevî hewaya sar jî tevlîbûneke zêde ya jinan hebû. Di çalakiyê de tundiya li ser jinan ku li seranserê cîhanê zêde dibe, milîtarîzm, newekheviya li ser koçberên jin û bandorên polîtîkayên dewletê li ser jinan bûn rojev. Jinên ku qadê tijî kirin, bi dirûşme û hilgirtina pankartan hêrs û biryardariya xwe danîn holê.
 
Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku tundiya li ser jinan ne tenê pirsgirêkekî kesî ye, berhema zîhniyeteke bi kok e ku ji aliyê polîtîkayên dewletê, pergala kapîtalîst û gotinên medyayê ve tê xwedîkirin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Amarayê Evîn di axaftina xwe ya çalakiyê de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya piştevaniya jinan û wiha got, “Jina bi tenê mayî, bêparastin e, lê jina birêxistinkirî bi hêz e.” Amara Evîn diyar kir ku li gelek cîhên cîhanê jin li dijî tundî û zexta zêde dibe, hatine bi tenê hiştin û destnîşan kir ku azadiya jinê şertê bingehîn a civakekî demokratîk e.
 
Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû. Jinan diyarkirin ku ew li gorî ruhê 25’ê Mijdarê şîna jinên jiyana xwe ji dest dane digrin û biryardariya xwe ya ji bo mezinkirina têkoşînê anîn ser ziman.