Li Stenbolê atolyeya hişmendiya pençeşêra memikan

  • 20:31 17 Cotmeh 2025
  • Rojane
STENBOL- Komeleya Dema Jinê atolyeya hişmendiya pençeşêra memikan pêk anî û wiha hate gotin: “Divê jin ji bedena bizanibin, hefteyê carê bi destên xwe dermankirina xwe bikin.”
 
Komeleya Dema Jinên li Mala Piştevaniya Guneş a Beyoglu ya Stenbolê atolyeya hişmendiya pençeşêra memikan pêk anî. Gelek jin tevil atolyeyê bûn. Jin û zarokan eleqeyek mezin nîşanê atolyeyê dan.  Atolye bi axaftina hemşîreya dildar a Komeleya Dema Jinaê Şîlan Geçgel destpê kir.
 
Şîlan Geçgel balkişand ser pençeşêra memikan û got: “Li Tirkiyeyê gelek cureyên pençeşêrê hene. Lê ya memikan pir zêde ye. Demên dawî de zêdetir bûye. Em dixwazin jinan bikin xwedî agahî.Ji ber vê em vê perwerdê didn. Divê em peywira xwe ya fîzyolojîk bînin cih. Serlêdana nexweşxaneyê zehmete. Dema jin bedena xwe derman dikin tiştekî ferq bikin divê serî doktor bidin. Divê jin bi destan dermankirina xwe bikin. Hefteyê carê bi destan kontrolê bikin. Teşîsa zû jiyanê xilas dike. Divê jin girîngiyê bidin bedena xwe. Divê em rehet biaxivin û bedena xwe nas bikin.”
Piştî axaftinê atolye bidawî bû.