Ji bo Rojînê têkoşîna edaletê: Sedsal jî derbas bin em ê dest jê bernedin

  • 18:34 17 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Lêgerîna edaletê ya ji bo mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê  Rojîn Kabaîş didome. Malbatê balkişand ser îhmalkariya zanîngeh û walîtiyê û got: “Sedsal jî derbas bin têkoşîna me wê bidome.”
 
Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Zanistê(SES) a Amedê  der barê mirina bi guman a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê  Rojîn Kabaîş de daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl hat dayîn û malbat jî tevli bûn. Pankarta ‘ji bo Rojînê edalet’ hta vekirin û dirûşme hatin berzkirin.
 
Xwişka Rojîn Kabaîş, Elîf Kabaîş balkişand ser îhmala yurd, walîtî û zanîngehê û got: “Beriya otopsiyê ji bavê min re gotin keça te întîxar kiriye .Hîna otopsî nehatibû kirin. Rektor ket odeya otopsiyê. Rektor ne xebatkarê tenduristiyê bû yê pewerdê bû. Gelek îhmal hene. Delî hene, tespît hene lê gumanbar tune ne girtî tune ne. Ev salek em têdikoşin. Sedsal jî derbas be em têkoîna xwe didomînin. Bi zexta rayagiştî hêviya me heye ku wê edalet pêk bê.”
 
Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Ahmet Baran jî balkişad ser helwesta ATK’ê û daxuyakirin ku wê heta hesabê vê nepirsin dest ji dozê bernedin.
 
Hevseroka şaxa SES a Amedê Yildiz Ok jî diyar kir heta gumanbar neyên dîtin û darizandin wê bi malbatê re têkoşînê bidomînin.
 
Piştî axaftinan çalakî bi Nobeta Edaletê bidawî bû.