Li Peyasê Kêfa Karneyê ya Zarokên 'Perperik' û 'Xalxalokê'

  • 14:00 26 Hezîran 2026
  • Zarok
AMED - Xwendekarên biçûk ên li Zarokistanên Perperik û Xalxalokê yên Şaredariya Peyasê ku perwerdehiya pirzimanî dibînin, sala xwendinê bi serkeftî qedandin. Zarokan bi wergirtina karneyên xwe dest bi betlaneya havînê kir.
 
Ji bo pîrozkirina dawiya sala xwendinê, li baxçe û navendên lênihêrînê yên Zarokistanên Perperik û Xalxalokê ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariyê de xizmetê didin, merasîmeke rengîn a belavkirina karneyan hate lidarxistin.Di merasîmê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dûndar, Alîkarê Hevşaredaran Yilmaz Guneş, endamên meclîsa şaredariyê û malbatên zarokan amade bûn.
 “Armanca me pêşerojeke geş a bi zimanê dayikê ye”
 
Hevşaredar Gulşen Sîncar û Cengîz Dûndar, di daxuyaniyên xwe de bal kişandin ser girîngiya parastin, pêşxistin û hembêzkirina zimanê dayikê di her qada jiyanê de. Hevşaredaran diyar kir ku ew wek şaredarî ji bo zêdekirina xizmetên di vî warî de bi biryar in û wiha gotin:  “Armanca me ya sereke di perwerdehiya van kreş û malên lênihêrtinê de ew e ku em zarokên xwe bi zimanê wan ê dayikê ji bo pêşerojeke geş û serkeftî amade bikin. Zarokistanên me di vî warî de roleke pir girîng lîstin û saleke gelekî serkeftî li pey xwe hiştin.”
 
Piştî axaftinan, xwendekarên biçûk karneyên xwe ji destê beşdaran wergirtin û bi coşeke mezin gav avêtin nav betlaneya havînê.
 
Perwerdehiya Pirzimanî û Alternatîf 
 
Di Zarokistanên Şaredariya Peyasê de, zarokên di temenê 3-6 salî de beriya perwerdeya pêşdibistanê fersenda perwerdehiya pirzimanî bi dest dixin. Di vê navendê de li gel ziman; di warên wekî drama, muzîk, şano, felsefe, xweza, spor û gelek kargehên hunerî yên alternatîf de perwerdehiyeke piralî ji bo geşedana zarokan tê pêşkêşkirin.