Halîme ji nexweşxaneyê hat derxistin

  • 15:35 31 Cotmeh 2017
  • Rojane
WAN - Li navçeya Qelqeliyê Halîme Candemîr, piştî ku ji aliyê leşkeran ve hatibû derpkirin, qeyrana dil derbas kiribû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, hat derxistin.
 
Li gundê Meletopuz a navçeya Qelqeliya Wanê ve di 26’ê Cotmehê de leşkeran bi ser gund ve girtibûn û mala Îsmîal Candemîr şewitandibûn. Dayika Candemîr, Halîme Candemîr (86) a ku xwest şewatê vemirîne, ji aliyê leşkeran ve hatibû derpkirin, qeyrana dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê dihat dermankirin.
 
Halîme a ku 5 rojan li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat derxistin û wê birin malê.