Li Stenbolê 14 kes hatin girtin

  • 20:44 1 Gulan 2026
  • Rojane
STENBOL - Ji 28 kesên ku beriya 1'ê Gulanê hatin binçavkirin, 14 kes hatin girtin.
 
Li Stenbolê di 28'ê Nîsanê de di avêtina ser malan de 28 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan 23 kes piştî karen li emniyerê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Piştî karen li dozgeriyê 23 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin.
 
Dadgeriyê 9 kesan bi şertê kontrola edlî berda û 14 kesan jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt.