Halîme ji nexweşxaneyê hat derxistin 2017-10-31 15:35:31   WAN - Li navçeya Qelqeliyê Halîme Candemîr, piştî ku ji aliyê leşkeran ve hatibû derpkirin, qeyrana dil derbas kiribû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, hat derxistin.   Li gundê Meletopuz a navçeya Qelqeliya Wanê ve di 26’ê Cotmehê de leşkeran bi ser gund ve girtibûn û mala Îsmîal Candemîr şewitandibûn. Dayika Candemîr, Halîme Candemîr (86) a ku xwest şewatê vemirîne, ji aliyê leşkeran ve hatibû derpkirin, qeyrana dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê dihat dermankirin.   Halîme a ku 5 rojan li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat derxistin û wê birin malê.