Lêpirsîna Gulîstan Doku: Vegeriya destpêkê?

  • 19:30 1 Gulan 2026
  • Rojane
AMED – Parêzerê dosya Gulîstan Doku, Alî Çîmen pirsa ‘Girtekên îfdeyê yên gumanbaran nayên wekîlên mektul. Gelo vegeriyan destpêkê.”
 
Di dosya xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîsan Doku ku ji 5’ê Çileyê 2020’an de hatiye windakirin û tu agahî jê nehatiye girtin, piştî 6 salan şûnde geşedan hatin jiyîn. Di çarçoveya pêşketinên nû de di serî de waliyê Dêrsîmê yê demî  bi giştî 12 kes hatin girtin. Parêzerê malbatê û dosyayê Alî Çîmen li ser hesabê çapemeniya civakî da zanîn ku der barê lêpirsînê de agahî nadin wan û bertek nîşan da.
 
‘Em vegeriyan destpêkê?’
 
Alî Çîmen li ser çapemeniya civakî wiha got: “Lêpirsînên sûc ku mektulên wê Gulîstan Doku ye ji aliyê Serdozgeriyên Tuncelî û Erziromê ve tê meşandin. Tevî serlêndanên me yên ku em xwe bigihînin raporên kesêdizane û îfadeyên gumanbaran, bersivek nayê dîtin. Girtekên îfadeyên gumanbaran nadin wekîlên mektulê. Vê fikarên der barê darizandina bi sînor de zêde kirine. Daxwazên nayên bersivandin, gelo em vegeriyan destpêkê?”