Eşîra Naqalata ya aşûriyan Cejna Qidîs pîroz kir
- 15:05 29 Cotmeh 2017
- Rojane
TILTEMIR- Eşîra aşûriyan a Neqalata cejna xwe ya Qidîs li dêra Qidîs a bajarê Tıtemir pîroz kir.
Li bajarê Tiltemir ê herêma Cizîrê çar eşîrên Aşuriyan hene ku navê wan Neqalata ,çamaneyê ,konayê çelbê û Meştinara ye . îro Eşîra Neqalata li dêra Qidîs a bajarê Tiltemirê cejna Qidîs pîroz kir.
Gelê aşûrî ê bajarê Tiltemir bi boneya Cejna Qidîs berê xwe da dêra Qidîs, nimêja xwe kir û Cejna Qidîs li eşîra Neqalata pîroz kir. piştî ku nimêja xwe li dêrê bi dawî kirin berê xwe dan mala gelê aşûrî ê ji eşîra Neqalata û cejna wan pîroz kirin. Her wiha ne tenê Êşîra Neqalata tevahiya Gelê Aşûr îro Cejana Qidis pîroz dike.








