Eşîra Naqalata ya aşûriyan Cejna Qidîs pîroz kir 2017-10-29 15:05:02   TILTEMIR- Eşîra aşûriyan a Neqalata cejna xwe ya Qidîs li dêra Qidîs a bajarê Tıtemir  pîroz kir.   Li bajarê Tiltemir ê herêma Cizîrê çar eşîrên Aşuriyan hene ku navê wan Neqalata ,çamaneyê ,konayê çelbê û Meştinara ye . îro Eşîra Neqalata li dêra Qidîs a bajarê Tiltemirê cejna Qidîs pîroz kir.   Gelê aşûrî ê bajarê Tiltemir bi boneya Cejna Qidîs berê xwe da dêra Qidîs, nimêja xwe kir û Cejna Qidîs li eşîra Neqalata pîroz kir. piştî ku nimêja xwe li dêrê bi dawî kirin berê xwe dan mala gelê aşûrî ê ji eşîra Neqalata û cejna wan pîroz kirin. Her wiha ne tenê Êşîra Neqalata tevahiya Gelê Aşûr îro Cejana Qidis pîroz dike.