Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
- 12:45 29 Cotmeh 2017
- Rojane
ANTALYA - Li navçeya Doşemealtiyê mêrê bi navê Osman Aslan jina bi navê N.Y. qetil kir û cenazeyê wê avêt bîrê.
Mêrê bi navê Osman Aslan ê 68 salî ku li navçeya Antalya ya Doşemealtiyê rûdinê, duh jina bi navê N.Y. ku pê re dijiya qetil kir û cenazeyê wê avêt bîra avê. Osman piştre li cenderme û li tîmên tenduristiyê geriya û sûcê xwe aşkera kir. Cenazeyê jina hat qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.
Osman Arslan jî ji bo ku îfadeya wî bê girtin hat binçavkirin.








