Li Antalyayê jinek hat qetilkirin 2017-10-29 12:45:00   ANTALYA - Li navçeya Doşemealtiyê mêrê bi navê Osman Aslan jina bi navê N.Y. qetil kir û cenazeyê wê avêt bîrê.   Mêrê bi navê Osman Aslan ê 68 salî ku li navçeya Antalya ya Doşemealtiyê rûdinê, duh jina bi navê N.Y. ku pê re dijiya qetil kir û cenazeyê wê avêt bîra avê. Osman piştre li cenderme û li tîmên tenduristiyê geriya û sûcê xwe aşkera kir. Cenazeyê jina hat qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.    Osman Arslan jî ji bo ku îfadeya wî bê girtin hat binçavkirin.