Şoreşa Cotmehê li Rojava hat bîbîranîn
- 12:21 28 Cotmeh 2017
- Rojane
QAMIŞLO - Saziya Yekîtî û piştgiriya bi gelan re li ser Şoreşa Sovyetê li Bajarê Qamişloyê semînerek organîze kir.
Saziya Yekîtî û Piştgirîya bi Gelan re (SYPG) bi boneya 100’în Salvegera Şoreşa 19'ê Cotmeha sala 1917'an de li bajarê Qamişloyê li Navenda Mehemed Şêxo ya çand û hunerê semînerek li dar xist.
Hemû sazî û dezgehên Şoreşger ên Rojava weke YPG, YPJ, MLKP, TEV-DEM, Rêveberîya xweser, Rêveberîya Kongreya Star, desteya aborî, parastin, rêxistinên Suryanan û Ereban, nunerên sazi û rêxistina Sara tevlî semînerê bûn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû berxwedêrên azadiyê dest pê kir û piştre jî sinevîzyona li ser Şoreşa Sosyalîzm a Sovyetê û Berxwedana Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat nîşandan.
Di semînerê de endama rêvebertiya Kongreya Star Ruheyv Huseyîn axivî û wiha got: "Her şoreş girêdayî hev in û hemû weke sinsileyekê ne ji hev nayên veqetandin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî em dikarin bêjin berdewamîya Şoreşa Sosyalîzma Sovyetê ye."
Ev şoreşa li ser bingeha wekhevî û azadiyê pêk hat
Her wiha Bêrîtan Asya endama saziya yekîtî û Piştgirîya bi Gelan re ya Kobanê jî axivî û wiha got: "Şoreşa Soyalizmê ya Sovyetan em îro 100’în salvegera wê pîroz dikin. Ev şoreş li ser bingeha wekhevî û azadîyê pêk hat. Niha jî em li Rojava û Rojhilata navîn bi fikir û felsefeya Rêbertî dîsa bi Şoreşa Sosyalîzmê şerê azadî û wekheviyê dimeşînin û em ê bi hêza gelan bi ser bikevin.”
Semîner bi dirûşmên "Bijî yekitiya gelan", "Bijî şoreşa Sovyetan" bi dawî bû.








