Şoreşa Cotmehê li Rojava hat bîbîranîn 2017-10-28 12:21:54   QAMIŞLO - Saziya Yekîtî û piştgiriya bi gelan re li ser Şoreşa Sovyetê  li Bajarê Qamişloyê semînerek organîze kir.   Saziya Yekîtî û Piştgirîya bi Gelan re (SYPG) bi boneya 100’în Salvegera Şoreşa  19'ê Cotmeha sala 1917'an de li bajarê Qamişloyê li Navenda Mehemed Şêxo ya çand û hunerê semînerek li dar xist. Hemû sazî û dezgehên Şoreşger ên Rojava weke YPG, YPJ, MLKP, TEV-DEM,  Rêveberîya xweser, Rêveberîya Kongreya Star, desteya aborî, parastin, rêxistinên Suryanan û Ereban, nunerên sazi û rêxistina Sara tevlî semînerê bûn.   Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû berxwedêrên azadiyê dest pê kir û piştre jî  sinevîzyona li ser Şoreşa Sosyalîzm a Sovyetê û Berxwedana Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat nîşandan.   Di semînerê de endama rêvebertiya Kongreya Star Ruheyv Huseyîn axivî  û wiha got: "Her şoreş girêdayî hev in û hemû weke sinsileyekê ne ji hev nayên veqetandin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê  jî em dikarin bêjin berdewamîya Şoreşa Sosyalîzma Sovyetê ye."   Ev şoreşa li ser bingeha wekhevî û azadiyê pêk hat   Her wiha Bêrîtan Asya endama saziya yekîtî û Piştgirîya bi Gelan re ya Kobanê jî axivî û wiha got: "Şoreşa Soyalizmê ya Sovyetan em îro 100’în salvegera wê pîroz dikin. Ev şoreş li ser bingeha wekhevî û azadîyê pêk hat. Niha jî em li Rojava û Rojhilata navîn bi fikir û felsefeya Rêbertî dîsa bi Şoreşa Sosyalîzmê şerê azadî û wekheviyê dimeşînin û em ê bi hêza gelan bi ser bikevin.”   Semîner bi dirûşmên "Bijî yekitiya gelan", "Bijî şoreşa Sovyetan" bi dawî bû.