Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Bêrîtan Bi bîr anî

  • 15:55 25 Cotmeh 2017
  • Rojane
KOBANÊ -  Koordînasyona jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo 25'în salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî)  daxuyanî dan.
 
Bi boneya salvegera 25'în şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) Kordînasyona jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li qada qehreman Egîd daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya xweseriya Demokratîk Hêlîn Hacim ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
Bi boneya berxwedan û hewldana  azadî û vîna jinê em lehenga Bêrîtanê bi bîr tînin. Yên lehanga Bêrîtanê mînak girtin îro jî ew bi bedena  xwe li berxwe didin. Di rêça şehîd Bêrîtan û rêhevalên wê yên weke Rêvanan, Şîlanan, Peymanan, Arînan û Perwînan de em vê rojê bi bîr tînin û dibin şopdarên rêya wan.  Em soza têkoşînê ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya tevahiya jinan didin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Şehîd namirin"bi dawî bû.