Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Bêrîtan Bi bîr anî 2017-10-25 15:55:45   KOBANÊ -  Koordînasyona jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo 25'în salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî)  daxuyanî dan.   Bi boneya salvegera 25'în şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) Kordînasyona jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li qada qehreman Egîd daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya xweseriya Demokratîk Hêlîn Hacim ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   Bi boneya berxwedan û hewldana  azadî û vîna jinê em lehenga Bêrîtanê bi bîr tînin. Yên lehanga Bêrîtanê mînak girtin îro jî ew bi bedena  xwe li berxwe didin. Di rêça şehîd Bêrîtan û rêhevalên wê yên weke Rêvanan, Şîlanan, Peymanan, Arînan û Perwînan de em vê rojê bi bîr tînin û dibin şopdarên rêya wan.  Em soza têkoşînê ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya tevahiya jinan didin.    Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Şehîd namirin"bi dawî bû.