'Biryara nepeniyê' danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
- 10:06 21 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE – Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên li Enqereyê hatin binçavkirin.
Danê sibehê edîtora me Sîbel Yukler, nûçegihanên me Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegihanên ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever û Selman Guleryuz hatibûn binçavkirin. Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegeran û her wiha parêzeran diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya rojnamegeran baş in.








