'Biryara nepeniyê' danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin 2017-10-21 10:06:17   ENQERE – Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên li Enqereyê hatin binçavkirin.   Danê sibehê edîtora me Sîbel Yukler, nûçegihanên me Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegihanên ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever û Selman Guleryuz hatibûn binçavkirin. Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegeran û her wiha parêzeran diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya rojnamegeran baş in.