Serîlêdana ji bo namzetiyê heta 31'ê Cotmehê dewam dike

  • 10:51 19 Cotmeh 2017
  • Rojane
TIL TEMIR - Endama Komseriya Meclîsa Bajarê Til Temir a Herêma Cizîrê Fatma Şemdîn diyar kir ku serîlêdana ji bo hilbijartinên meclîsa rêveberên herêmî dest pê kiriye û heta dawiya mehê ew ê bidome.
 
Endama Komserî ya Bajarê Til Temir a Herêma Cizîrê Fatma Şemdîn diyar kir ku serîlêdanên bernamzetiyê ên ji bo  hilbijartinên Meclîsa Rêveberên Herêmî dest pê kiriye û wiha got: "Kesên ku dixwazin cihê xwe di meclisê de bigirin û xizmeta gelê xwe bikin, bila serdana komserî ya  Bajarê Til Temirê bikin û navê xwe bidin. Yên ku serî lê bidin divê 2 wêne û nasnameya xwe bînin heta ku em navê wî/wê diyar bikin, ji bo hilbijartina namzetiyê." 
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Serîlêdana bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên Meclîsa Rêveberên Herêmî, heta 31'ê Cotmehê didome."