Serîlêdana ji bo namzetiyê heta 31'ê Cotmehê dewam dike 2017-10-19 10:51:02   TIL TEMIR - Endama Komseriya Meclîsa Bajarê Til Temir a Herêma Cizîrê Fatma Şemdîn diyar kir ku serîlêdana ji bo hilbijartinên meclîsa rêveberên herêmî dest pê kiriye û heta dawiya mehê ew ê bidome.   Endama Komserî ya Bajarê Til Temir a Herêma Cizîrê Fatma Şemdîn diyar kir ku serîlêdanên bernamzetiyê ên ji bo  hilbijartinên Meclîsa Rêveberên Herêmî dest pê kiriye û wiha got: "Kesên ku dixwazin cihê xwe di meclisê de bigirin û xizmeta gelê xwe bikin, bila serdana komserî ya  Bajarê Til Temirê bikin û navê xwe bidin. Yên ku serî lê bidin divê 2 wêne û nasnameya xwe bînin heta ku em navê wî/wê diyar bikin, ji bo hilbijartina namzetiyê."    Fatmayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Serîlêdana bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên Meclîsa Rêveberên Herêmî, heta 31'ê Cotmehê didome."