ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 19 Cotmeh 2017
- Rojev
*Li Edeneyê taxên Kurdan hema hema her roj ji aliyê polîsan ve tên serdegirtin. Jinan da zanîn ku polîtîqaya li dijî taxên Kurdan bi armanca gel bitirsînin pêk tên û gotin ji ber Kurd in rastî van polîtîkayên zextê tên.
*Ji Weşanên Aramê 5 pirtûkên nû derketin. Di nav pirtûkan de pirtûka Nikki Van Der Gaag ya hatiye wergerkirin a bi navê Feminism&Men (Femînîzm û Mêr) jî heye.
*Nedya Tepsey a 74 salî ku temenê wê li Reqayê derbas bû û piştî dagirkirina DAIŞ'ê neçar ma koç bike, ev du sal in li Kerboranê dijî. Nedya ya Suryanî diyar kir ku 'felek xayîn e' û got yekane xeyalê wê ev e ku vegere ser axa xwe.
*Endama Dîwana KCD'ê Salîha Aydenîzê diyar kir ku der barê nûçeyên ku der barê Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan de derketine de divê hewldanên baş û bawerkirî bên destpêkirin. Salîhayê daxuyakirin ku ji bo kaosek pêk neyê divê agahiyên rast bên dayîn. BI DÎMEN
*Klara Reqa li ser rizgarkirina Reqayê nirxandinên girîng kir.
*Cenazeya 28 kesên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn û du meh berê agahiya nasnameyên wan zelal bûbûn, nayê zanîn li ku ne. Hinek malbatên ku serî li dozgeriya Nisêbînê dan diyar kirin ku dozgeriyê gotiye 'wan cenazeyan ji bîr bikin'.
*Li Çiyayê Kirklarê ku ewil wek 'qada projeya taybet' hat îlankirin û piştre xebatên înşatê hatin destpêkirin, xebata asta ewil li ber qedandinê ye. Li Çiyayê Kirklarê ku di bin navê projeya 'dar çandinê de' mizgeft û rêyên meşê tên çêkirin, qadên ji derveyê înşatê dimînin, veguherîn kavil û sergo. BI DÎMEN
*Mamosteya wêneyê Senan Gul bi pêşangeha xwe ya bi navê Rojev: Bîr êşên gelê kurd cara duyem bi bîr xistin. BI DÎMEN
*Piştî ku hêzên Pêşmergê bi fermana Barzanî ji Kerkûkê vekişiyan bertek û nêrazîbûn jî zêde bûn. Jinên Wanî bertek nîşanî vê helwesta Mesut Barzanî dan û gotin ku yekitiya kurd dê Kerkûkê rizgar bike. BI DÎMEN








