ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-19 09:00:25 *Li Edeneyê taxên Kurdan hema hema her roj ji aliyê polîsan ve tên serdegirtin.  Jinan da zanîn ku polîtîqaya li dijî taxên Kurdan bi armanca gel bitirsînin pêk tên û gotin ji ber Kurd in rastî van polîtîkayên zextê tên. *Ji Weşanên Aramê 5 pirtûkên nû derketin. Di nav pirtûkan de  pirtûka Nikki Van Der Gaag ya hatiye wergerkirin a bi navê Feminism&Men (Femînîzm û Mêr) jî heye.   *Nedya Tepsey a 74 salî ku temenê wê li Reqayê derbas bû û piştî dagirkirina DAIŞ'ê neçar ma koç bike, ev du sal in li Kerboranê dijî.  Nedya ya Suryanî diyar kir ku 'felek xayîn e' û got yekane xeyalê wê ev e ku vegere ser axa xwe.   *Endama Dîwana KCD'ê Salîha Aydenîzê diyar kir ku der barê nûçeyên ku der barê Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan de derketine de divê hewldanên baş û bawerkirî bên destpêkirin. Salîhayê daxuyakirin ku ji bo kaosek pêk neyê divê agahiyên rast bên dayîn. BI DÎMEN   *Klara Reqa li ser rizgarkirina Reqayê nirxandinên girîng kir.   *Cenazeya 28 kesên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn û du meh berê agahiya nasnameyên wan zelal bûbûn, nayê zanîn li ku ne. Hinek malbatên ku serî li dozgeriya Nisêbînê dan diyar kirin ku dozgeriyê gotiye 'wan cenazeyan ji bîr bikin'.   *Li Çiyayê Kirklarê ku ewil wek 'qada projeya taybet' hat îlankirin û piştre xebatên înşatê hatin destpêkirin,  xebata asta ewil li ber qedandinê ye.  Li Çiyayê Kirklarê ku di bin navê projeya 'dar çandinê de'  mizgeft û rêyên meşê tên çêkirin,  qadên ji derveyê înşatê dimînin, veguherîn  kavil û sergo. BI DÎMEN   *Mamosteya wêneyê Senan Gul bi pêşangeha xwe ya bi navê Rojev: Bîr êşên gelê kurd cara duyem bi bîr xistin. BI DÎMEN   *Piştî ku hêzên Pêşmergê bi fermana Barzanî ji Kerkûkê vekişiyan bertek û nêrazîbûn jî zêde bûn. Jinên Wanî bertek nîşanî vê helwesta Mesut Barzanî dan û gotin ku yekitiya kurd dê Kerkûkê rizgar bike. BI DÎMEN