Li Antalyayê jinek hat binçavkirin
- 14:04 18 Cotmeh 2017
- Rojane
ANTALYA - Li Antalyayê jina bi navê Eylem Yildiz (24) bi serdegirtina di mala wê de hat binçavkirin.
Li Taxa Fevzî Çakmakê ya navçeya Kepezê ya Antalyayê jina bi navê Eylem Yildiz (24) bi serdegirtina di mala wê de hat binçavkirin. Eylemê bi paş ve hat kelepçekirin û 2 seatan di malê de hat sekinandin û piştre birin miduriyeta polîsan. Hinceta binçavkirina Eylemê hê jî nehat zanîn.








