Li Antalyayê jinek hat binçavkirin 2017-10-18 14:04:45   ANTALYA - Li Antalyayê jina bi navê Eylem Yildiz (24) bi serdegirtina di mala wê de hat binçavkirin.   Li Taxa Fevzî Çakmakê ya navçeya Kepezê ya Antalyayê jina bi navê Eylem Yildiz (24) bi serdegirtina di mala wê de hat binçavkirin. Eylemê bi paş ve hat kelepçekirin û 2 seatan di malê de hat sekinandin û piştre birin miduriyeta polîsan. Hinceta binçavkirina Eylemê hê jî nehat zanîn.