Rêber Apo sedema jiyana gelên azadîxwaz e
- 13:13 8 Cotmeh 2017
- Rojane
EFRÎN - Dayîkên cangoriyên azadiyê hest û helwestên xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan anîn ziman û gotin" Dijmin wê nikarîbe roja me tarî bike".
Dîroka 15'ê sibat a 1998' an de planek mezin ji aliyê dewletên navnetewî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat kirin û ev 19'e sal in di zindana Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye.Bi vê planê dewletên navnetewî xwestin ku hêviya gelê kurd bişkînin lê gelê kurd bejna xwe netewand û hîn bi hêz bûn.
Rêveberiya Saziya Hevjînên Şehîdan a Kantona Efrînê Sîlwend Reşîd diyar kir ku armanca dewletên navneteweyî tunekirina kurda bû û got: "Armanca dewletên navnetewî bi girtina Rêber Apo, tunekirin û bindestkirina gelê kurd bû.”
‘Serok bi fikir û ramanên xwe her bi mere ye’
Sîlwend di berdewamiya axavtina xwe de wiha got" Rast e ku Rêber Apo di zîndanê de ye lê her tim bi fikir û ramanên xwe bi me re ye. Rêber Apo sedema jiyana gelên azadîxwaz in. Heta dawiyê em ê li ser xeta Rêber Apo bimeşin û bi taybet em ê wekî jin felsefeya wî bişopînin. Azadiya Apo azadiya jina ye."
‘15 Sibatê ji bo gelê kurd rojeke reş e’
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Leyla Qoce wiha axivî :" 15 Sibatê rojeke reş e ji bo hemû gelan ji ber ku di 15 sibatê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan ji aliyê dewletên navnetewî hat girtin.”
"Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê berxwe bidin"
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Leyla Qoce nîşan da ku tecrîda giran a li ser Rêber Apo, hêviya gelê kurd naşkîne û got : "Ev pênc sal in ku tecrîda giran li ser Rêber Apo tê meşandin , tu agahî jî nayê girtin , lê belê dîsa jî hêviyên gelê kurd nayê şikandin.Bi hezaran çalakî ,meş çêbûn ji bo azadiya Rêber Apo. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê berxwe bidin û azadiyê ji Rêberê PKK’ ê Abdullah Ocelan re bixwazin".
‘Fikir û ramanên Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye’
Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Şefîqe Silêman da xuyakirin ku komploya 1998’an ne tenê li Ocelan li hemû gelan hatiye kirin. Fikir û ramanên Apo li hemû cîhanê belav bûye. Îro em wekî jin di bin siya felsefeya brêz Ocelan de karên xwe yên siyasî, birdozî ,çandî û leşkerî dikin.
Şefîqa Silêman di dawiya axaftina xwe de azadiya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocelan xwest .








