Rêber Apo sedema jiyana gelên azadîxwaz e 2017-10-08 13:13:48 EFRÎN -  Dayîkên cangoriyên azadiyê hest û helwestên xwe ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan anîn ziman û gotin" Dijmin wê nikarîbe roja me tarî bike". Dîroka 15'ê sibat a  1998' an de planek  mezin ji aliyê dewletên navnetewî  li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat  kirin û ev 19'e sal in di zindana Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye.Bi vê planê dewletên navnetewî xwestin ku hêviya  gelê kurd bişkînin lê  gelê kurd bejna xwe netewand  û hîn bi hêz bûn.   Rêveberiya Saziya Hevjînên Şehîdan a Kantona Efrînê Sîlwend Reşîd diyar kir ku armanca dewletên navneteweyî  tunekirina kurda bû û got: "Armanca dewletên navnetewî bi girtina  Rêber Apo, tunekirin û bindestkirina gelê kurd bû.”   ‘Serok bi fikir û ramanên  xwe her bi mere ye’   Sîlwend di berdewamiya axavtina xwe de wiha got"  Rast e ku Rêber Apo di zîndanê de ye lê her tim bi fikir û ramanên xwe bi me re ye. Rêber Apo sedema jiyana gelên azadîxwaz in. Heta dawiyê em ê li ser xeta Rêber Apo bimeşin û bi taybet em ê wekî  jin  felsefeya  wî bişopînin.  Azadiya Apo azadiya jina ye."   ‘15 Sibatê ji bo gelê kurd rojeke reş e’   Endama  Saziya Malbatên Şehîdan Leyla Qoce wiha axivî :" 15 Sibatê rojeke reş e ji bo hemû gelan  ji ber ku di 15 sibatê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan ji aliyê  dewletên navnetewî hat girtin.”   "Heta dilopek  xwîn  di canê me de hebe em ê berxwe bidin"   Endama Saziya Malbatên Şehîdan Leyla Qoce nîşan da ku tecrîda giran a li ser Rêber Apo, hêviya gelê kurd naşkîne û got : "Ev pênc sal in ku tecrîda giran li ser Rêber Apo tê meşandin , tu agahî jî  nayê girtin , lê belê dîsa jî hêviyên gelê kurd nayê şikandin.Bi hezaran çalakî ,meş çêbûn ji bo azadiya Rêber Apo. Heta ku dilopek  xwîn  di canê me de hebe em ê berxwe bidin û azadiyê ji Rêberê PKK’ ê Abdullah Ocelan re bixwazin".   ‘Fikir û ramanên Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye’   Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan  Şefîqe Silêman da xuyakirin ku komploya 1998’an ne tenê li Ocelan li hemû gelan hatiye kirin. Fikir û ramanên Apo li hemû cîhanê belav bûye. Îro em wekî jin di bin siya felsefeya brêz Ocelan de karên xwe yên siyasî, birdozî ,çandî û leşkerî dikin.   Şefîqa Silêman di dawiya axaftina xwe de azadiya Rêberê mirovahiyê  Abdullah Ocelan xwest .