Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
- 16:34 7 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Li Kolana Yukselê li gel hemû mudaxeleyan jî çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” didome. Di roja 333’emîn a çalakiyê de polîsan rojnamegerek û du kes binçav kirin.
Çalakiya grêva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 213’emîn de li girtîgehê didome û çalakiya kedkaran a ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça û ji bo vegerîna karê xwe çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 333’emîn de berdewam kir.
Polîsan nehişt kedkar çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê pêk bîne. Çalakvanan piştevaniya xwe ya ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bi pankart û berzkirina sloganan anîn ziman.
'Çapemeniya azad nayê bêdengkirin'
Polîsan mudaxeleyî çalakvanan kir û hin kesan binçav kirin. Di mudaxeleyê de nûçegihanê Seyrî Sokak Oktay Înce, çalakvan Îlker Işik û kesek navê wî nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Çalakvanan jî bi sloganên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Bila Nûriye û Semîh serbest bên berdan” berz kirin û helwesta polîsan şermezar kirin.








