Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin 2017-10-07 16:34:06   ENQERE - Li Kolana Yukselê li gel hemû mudaxeleyan jî çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” didome. Di roja 333’emîn a çalakiyê de polîsan rojnamegerek û du kes binçav kirin.    Çalakiya grêva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 213’emîn de li girtîgehê didome û çalakiya kedkaran a ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça û ji bo vegerîna karê xwe çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 333’emîn de berdewam kir.    Polîsan nehişt kedkar çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê pêk bîne. Çalakvanan piştevaniya xwe ya ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça bi pankart û berzkirina sloganan anîn ziman.    'Çapemeniya azad nayê bêdengkirin'   Polîsan mudaxeleyî çalakvanan kir û hin kesan binçav kirin. Di mudaxeleyê de nûçegihanê Seyrî Sokak Oktay Înce, çalakvan  Îlker Işik û kesek navê wî nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Çalakvanan jî bi sloganên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Bila Nûriye û Semîh serbest bên berdan” berz kirin û helwesta polîsan şermezar kirin.