‘Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn’ deklarasyona sazkirinê rave kir

  • 14:34 7 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE - ‘însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn’ a ku ji aliyê ESP’ê û SKM’ê hatiye avakirin deklarasyona xwe rave kir. Endama SKM’ê û MYK’ê Dîdar Gul diyar kir ku dê destûrê nedin ku mafên wan bi zagonên OHAL’ê û KHK’ê ji destên wan bên girtin.
 
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) derbarê xebatên ji bo 25’ê Mijdarê û avakirina “însyatîfa Em Dixwazin Bijîn” daxwuyaniya çapemeniyê dan. Bi beşdarbûna endama Komîsyon a Bajarê Enqereyê  ya HDP’ê Ayfer Balikçi, endama Koordînasyona Navendê ya Jinên Azad û Ciwan (ÖGK) deklarasyona sazkirinê bi raya giştî re hat parvekirin.
 
 ‘Dixwazin em îtaet bikin’
 
Endama SKM’ê û MYK’ê Dîdar Gul diyar kir ku bi pêvajoya OHAL’ê re asta tundiyê hîn zêde bûye. Tenê dixwazin em îtaet bikin. Lê em dixwazin wekî jin bijîn û em destûrê nadin ku mafê me yê jiyanê ji destên me bên girtin.
 
‘Ji bo jin bijîn bila OHAL rabe’
 
Dîdar diyar kir ku ev pêkanînên OHAL’ê sîstema desthilatdar a mêr bi hêz dike. Heta ku OHAL dewam bike êrîşên li dijî jinê jî dê dewam bikin. Ji bo em bijîn gerek demildest OHAL rabe.
 
 ‘Em ê têbikoşin’
 
Dîdar herî dawî wiha got:”Em destûrê nadin ku mafên me bi rêya zagonên OHAL’ê ji destên me bên girtin û em ê ji bo vê yekê têbikoşin.