‘Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn’ deklarasyona sazkirinê rave kir 2017-10-07 14:34:13   ENQERE - ‘însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn’ a ku ji aliyê ESP’ê û SKM’ê hatiye avakirin deklarasyona xwe rave kir. Endama SKM’ê û MYK’ê Dîdar Gul diyar kir ku dê destûrê nedin ku mafên wan bi zagonên OHAL’ê û KHK’ê ji destên wan bên girtin.   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) derbarê xebatên ji bo 25’ê Mijdarê û avakirina “însyatîfa Em Dixwazin Bijîn” daxwuyaniya çapemeniyê dan. Bi beşdarbûna endama Komîsyon a Bajarê Enqereyê  ya HDP’ê Ayfer Balikçi, endama Koordînasyona Navendê ya Jinên Azad û Ciwan (ÖGK) deklarasyona sazkirinê bi raya giştî re hat parvekirin.    ‘Dixwazin em îtaet bikin’   Endama SKM’ê û MYK’ê Dîdar Gul diyar kir ku bi pêvajoya OHAL’ê re asta tundiyê hîn zêde bûye. Tenê dixwazin em îtaet bikin. Lê em dixwazin wekî jin bijîn û em destûrê nadin ku mafê me yê jiyanê ji destên me bên girtin.   ‘Ji bo jin bijîn bila OHAL rabe’   Dîdar diyar kir ku ev pêkanînên OHAL’ê sîstema desthilatdar a mêr bi hêz dike. Heta ku OHAL dewam bike êrîşên li dijî jinê jî dê dewam bikin. Ji bo em bijîn gerek demildest OHAL rabe.    ‘Em ê têbikoşin’   Dîdar herî dawî wiha got:”Em destûrê nadin ku mafên me bi rêya zagonên OHAL’ê ji destên me bên girtin û em ê ji bo vê yekê têbikoşin.