Derbarê xebitandina zarokan de semîner hat lidarxistin
- 17:00 4 Cotmeh 2017
- Rojane
EFRÎN_ Desteya Kar û Barên Civakî a Herêma Efrînê ji bo bi sînorkirina xebitandina zarokên di binê temenê 15 salî de semînerek li dar xist.
Li herêma Efrînê Desteya Kar û Barê Civakî bi Komîteya Perwerdeya Civakî KPC'ê re li ser sînorkirina xebitandina zarokan ji malbatên şagirtan re li dibistana Ş.Rêzan li dar xist.
Semîner bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin û piştre Rêvebera Dibistana Ş.Rêzan Sebah Reşîd axavtin kir. Sebah wiha got:"Perwerdekirina malbatên şagirtan ji bo pêşketina zarokan gelek girîng e."
Piştre Rêveberiya Desteya Kar û Barên Civakî Erîfe Biryara qedexekirina xebitandina zarokên a di bin temenê 15'e salî re ji malbatên şagirtan re şirove kir û tekez kir ku yê li dijî biryarê derkeve wê were cezakirin.
Semîner bi dirûşman bi dawî bû








