Derbarê xebitandina zarokan de semîner hat lidarxistin 2017-10-04 17:00:17   EFRÎN_ Desteya Kar û Barên Civakî a Herêma Efrînê ji bo bi sînorkirina xebitandina zarokên di binê temenê 15 salî de semînerek li dar xist.   Li herêma Efrînê Desteya Kar û Barê Civakî bi Komîteya Perwerdeya Civakî KPC'ê re  li ser sînorkirina xebitandina zarokan ji malbatên şagirtan re li dibistana Ş.Rêzan li dar xist.   Semîner bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin û piştre Rêvebera Dibistana Ş.Rêzan Sebah Reşîd axavtin kir. Sebah wiha got:"Perwerdekirina malbatên şagirtan ji bo pêşketina zarokan gelek girîng e."     Piştre Rêveberiya Desteya Kar û Barên Civakî Erîfe Biryara qedexekirina xebitandina zarokên a di bin temenê 15'e salî re ji malbatên şagirtan re şirove kir û tekez kir ku yê li dijî biryarê derkeve wê were cezakirin.   Semîner bi dirûşman bi dawî bû