Li Almanyayê semînera jîneolojiyê hat sazkirin

  • 12:49 3 Cotmeh 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Jin di semînera jîneolojiyê de ya ku li Hildesheimê pêk hat, hatin ba hev.
 
Li bajarê Almanyayê yê Hildesheimê ji aliyê Komuna Jin a Meryemê semînera jîneolojiyê ya du rojan hat organîzekirin. Semîner li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat sazkirin. Semîner bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê DKTM’ ê Hayat Donma  hat kirin.  
 
Pêşkeşiya semînerê jî lêkolîner Sultan Oger kir. Sultan wiha axivî :”Kî çawa nêzî me dibe bila bibe lê çarçoveya me ev in: berxwedêrên azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane, felsefeya serokatî û hêviya gel e. Û em hêviya gel nadin şikandin. Vana nasnameyên me ne”.  
 
Sûltanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Em ê bi tevgera jinê bigihêjin armanca xwe û em ê bi ser kevin”
 
Semîner bi sloganên “ Jin, Jiyan, Azadî”, “ Bijî Serok Apo” bi dawî  bû.