Li Almanyayê semînera jîneolojiyê hat sazkirin 2017-10-03 12:49:50   NAVENDA NÛÇEYAN- Jin di semînera jîneolojiyê de ya ku li Hildesheimê pêk hat, hatin ba hev.   Li bajarê Almanyayê yê Hildesheimê ji aliyê Komuna Jin a Meryemê semînera jîneolojiyê ya du rojan hat organîzekirin. Semîner li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat sazkirin. Semîner bi rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê DKTM’ ê Hayat Donma  hat kirin.     Pêşkeşiya semînerê jî lêkolîner Sultan Oger kir. Sultan wiha axivî :”Kî çawa nêzî me dibe bila bibe lê çarçoveya me ev in: berxwedêrên azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dane, felsefeya serokatî û hêviya gel e. Û em hêviya gel nadin şikandin. Vana nasnameyên me ne”.     Sûltanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:” Em ê bi tevgera jinê bigihêjin armanca xwe û em ê bi ser kevin”   Semîner bi sloganên “ Jin, Jiyan, Azadî”, “ Bijî Serok Apo” bi dawî  bû.