Konfransa Heyva Sor bi dawî bû
- 11:58 3 Cotmeh 2017
- Rojane
KOBANÊ- Yekemîn konfransa Heyva Sor a Kurd a herêma Firatê bi hilbjartina hevserokên nû ji bo Kantona Kobanê û Girêspî bi dawî bû.
Konfransa Heyva Sor a ku bi tevlîbûna 250 delegeyên ji hemû pêkhateyên herêma Firatê pêk hat de di çarçoveya rêzeçalakiyan konfrasnê de rapora Salê ya kar û xebatên ku li herêma Firatê hatine meşandin bi zimanê erebî û kurdî hat xwendin. Her wiha di heman demê de rapora maliyê jî hat xwendin.
Piştî xwendina raporê, nirxandin li ser kar û xebatê hat kirin. Paşê ji bo hevserokên herêm û navçeyan werin diyarkirin hilbajartin pêk hat.
Di hilbjartinê de du Hevserok ji bo Firatê hatin hilbjartin. Konfrans bi gerandina govendê bi dawî bû.








