Konfransa Heyva Sor bi dawî bû 2017-10-03 11:58:45   KOBANÊ- Yekemîn konfransa Heyva Sor a Kurd a herêma Firatê bi hilbjartina hevserokên nû ji bo Kantona Kobanê û Girêspî bi dawî bû.   Konfransa Heyva Sor a ku bi tevlîbûna 250 delegeyên ji hemû pêkhateyên herêma Firatê pêk hat de di çarçoveya rêzeçalakiyan konfrasnê de rapora Salê ya kar û xebatên ku li herêma Firatê hatine meşandin bi zimanê erebî û kurdî hat xwendin. Her wiha  di heman demê de rapora maliyê jî hat xwendin.   Piştî xwendina raporê, nirxandin li ser kar û xebatê hat kirin.  Paşê ji bo hevserokên herêm û navçeyan werin diyarkirin hilbajartin pêk hat.  Di hilbjartinê de du Hevserok ji bo  Firatê hatin hilbjartin.  Konfrans bi gerandina govendê bi dawî bû.