Hevserokên komînan sonda fermî xwarin

  • 15:25 2 Cotmeh 2017
  • Rojane
EFRÎN-Hevserokên komînan ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji bo dest bi karê xwe bikin bi awayekî fermî sond xwarin.
 
Li herêma Efrînê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê ji bo sondxwarina hevserokên komînan civîn li dar xist.
 
Di civînê de hevserokên Tevgera Civaka DemokratîK (TEV-DEM'ê) Dalya Henan û Mustefa Hesen, Endamên Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê, Nûnerên Kongireya Star, nûnerên saziyên sivîl û hevserokên Komînan a herêma Efrînê amade bûn.
 
Civîn li hola Ava hat li dar xistin û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, Pişt re belge derbarê xebatên komînan de bi herdû zimanên erebî û kurdî ji hêla herdû Endamên Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê (Hêvîn Husên,Nadêr Xelîl) hat xwendin.
 
Paşê Endamên Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif serkeftina hibijartinên komînan li hevserokan pîroz kir û diyar kir ku hilbijartinên komînan ji sedî 100 serkeftî bûn.
 
Rohilat Arif destnîşan kir ku divê hevserokên Komînan karê xwe ji nû ve rêxistin bikin û xwe ji bo qonaxa hilbijartinê ya duyemîn amade bikin.
 
Di dawiyê  de hevserokên Komînan bi  zimanên (erebî,kurdî) sond xwarin.