Hevserokên komînan sonda fermî xwarin 2017-10-02 15:25:35     EFRÎN-Hevserokên komînan ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji bo dest bi karê xwe bikin bi awayekî fermî sond xwarin.   Li herêma Efrînê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê ji bo sondxwarina hevserokên komînan civîn li dar xist.   Di civînê de hevserokên Tevgera Civaka DemokratîK (TEV-DEM'ê) Dalya Henan û Mustefa Hesen, Endamên Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê, Nûnerên Kongireya Star, nûnerên saziyên sivîl û hevserokên Komînan a herêma Efrînê amade bûn.   Civîn li hola Ava hat li dar xistin û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, Pişt re belge derbarê xebatên komînan de bi herdû zimanên erebî û kurdî ji hêla herdû Endamên Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê (Hêvîn Husên,Nadêr Xelîl) hat xwendin.   Paşê Endamên Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif serkeftina hibijartinên komînan li hevserokan pîroz kir û diyar kir ku hilbijartinên komînan ji sedî 100 serkeftî bûn.   Rohilat Arif destnîşan kir ku divê hevserokên Komînan karê xwe ji nû ve rêxistin bikin û xwe ji bo qonaxa hilbijartinê ya duyemîn amade bikin.   Di dawiyê  de hevserokên Komînan bi  zimanên (erebî,kurdî) sond xwarin.