Li Mêrdînê mirina bi guman
- 19:47 20 Cotmeh 2026
- Rojane
MÊRDÎN – Li navçeya Qoser a Mêrdînê jina bi navê Remziye Damar li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê jina bi navê Remziye Damar li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Piştî ku agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê. Ekîbên hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Remziye Damar jiyana xwe ji dest dayeû cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Piştî otopsiyê cenaze li goristana gundê Boxaziyê hat definkirin.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







