Di doza Oznûr Deger de dê dîmenên kamerayan bên xwestin
- 16:43 20 Cotmeh 2026
- Hiqûq
MÊRDÎN - Di doza rojnamevan Oznûr Deger de, dadgehê, ji bo lêkolîna gotinên zayendperest qeydên kamerayê yên roja bûyerê xwest. Danişîn taloqê 8'ê Kanûnê hat kirin.
4'emîn danişîna doza Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger ku ji ber berteka xwe ya li hember gotinên zayendperest ên polîsan di meşa jinan a li Midyadê de ji bo şîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn ê ku hatibû kuştin, tê darizandin, pêk hat. Oznûr Deger û parêzerên wê, Berîvan Orhan û Erdal Kuzu, beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1'emîn a Midyadê bûn.
Piştî ku rojnameger Oznûr Deger parastina xwe kir parêzer mafê axaftinê girt û daxwaza delîlan a cihê bûyerê kir. Her wiha parêzeran da zanîn ku divê her du kesên ku gotinên zayendperest kirine bi rêya SEGBÎS'ê bê guhdarkirin. Her wiha parêzeran daxwaz kir ku divê qeydên kamerayê ji hêla kesên bêalî ve bên temaşekirin. Parêzerên Oznûr Deger da zanîn ku dê qeydên kamerayê pêşkeşî dadgehê bikin.
Dadgehê daxwaz kir ku hemû dîmen bên komkirin û danişîn taloqê 8'ê Kanûnê hat kirin.







